CîhanRojev

Emê bi rejîma Esad re têkilîyên xwe normal nekin

 

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre, li ser biryara vegerandina rêjîma Beşar Esed ya ji bo Komkara Erebî got, “Em ji hevkarên xwe re eşkere dikin ku emê têkilîyên xwe bi rêjîma Esed re asayî nekin û sizayên me wê bi hemû hêza xwe bimîne”.

Jean-Pierre di civîna çapemenî ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan. 

Di derbarê biryara rêjîma Beşar Esed a ji bo vegera Komkara Erebî, Jean-Pierre bal kişand ser daxuyanîya Emîndarîya Giştî ya Komkara Erebî ku dibêje: “Ev biryar nayê wê wateyê ku hemû welatên endamên yekîtîyê normal bûne”. 

 Jean-Pierre, diyar kir ku ew li ser helwesta xwe disekinin ku pêvajoya siyasî ya ku di biryara jimare 2254 a Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye diyarkirin ji bo aloziyê tekane çareserî ye.

Jean-Pierre diyar kir ku wan hevkarên xwe ji bo pabendbûna bi Qanûna Qeyser re agahdar kirine.  

 

Back to top button