
Konsula Brîtanya ya li Hewlêrê Rosy Cave ji çapemenîyê re anî zimên ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê baştir bikin.
Dîplomata Brîtanî Rosy Cave, di derbarê peywendîyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê de nirxandinek kir. Rosy Cave, di axaftina xwe de ji K24ê re anî zimên ku peywendîyên wan yên dostane li gel Herêma Kurdistanê hene û ew kêfxweş in ku di hinek waran de ji bo dijitalkirina xizmetguzariyan, ewlehî û çaksaziyên darayî derfeta karkirina ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dest xistine.
Rosy Cave, da zanîn ku zanîngeha navnetewî ya Brîtanî di dawîya îsal de li Hewlêrê tê vekirin. Konsola Giştî ya Brîtanyayê got: “Em dixwazin van peywendiyan pêş bixin”.


