
Hat ragihandin ku wê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di navbera Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) de navbeynkarîyê bike da ku herdu partî nêzîkî hev bibin û çareserîyekê ji krîza siyasî ya herêmê re bibînin.
Li gor nûçeya ku îro rojnama Sabahê belav kiriye, Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ji serokwezîr Sûdanî daxwaza alîkarîyê kiriye ku ji bo çareserîya qeyrana siyasî ya li herêmê alîkariyê bike.
Rojnameyê her wiha nivîsîye ku nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê di karûbarên navxweyî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dibe sedema desttêwerdana Sûdanî.
Her wiha hat gotin ku hemû alî di wê bawerîyê de ne ku karîzma û kesayetîya serokwezîr Sûdanî û şiyana wî ya çareserkirina pirsgirêkan dikare bibe hewldanek serketî ji bo jinavbirina pirsgirêkên siyasî yên li herêmê.


