
Nivîskarê Yenî Şafakê yê AKPî Yasîn Aktay, di nivîsek xwe de bal kişand ser hebûna pirsa Kurd û Alewîyan û çepên Kemalîst yên Tirk wek sersebeb nîşan da.
Yasîn Aktay, anî zimên ku “Sedema hebûna pirsa Kurd li Tirkîyê çepên neteweperest û Kemalîst yên Tirk bi xwe ne. Di bernameya ku di salên yek partîtîyê de ji bo avakirina nasnameya netewî hate meşandin de, Kurd, Alewî û hetta oldar jî hatin înkarkirin. Polîtîkayek pir tund a înkar û fetisandinê hat meşandin”.
Aktay di nivîsa xwe de wiha got: “Helbet, di serdema nûjen de li Tirkîyê sedem û çavkanîya herî girîng a pirsgirêka Alewîtiyê dîsa çepgirên Tirk in. Çepgir yan jî berjewendîyên çepgiran îro Alewîtiyê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tînin. Di vê navberê de sedem û çavkanîya herî girîng a pirsgirêka Alewîtî ya li Tirkîyê di serdema nûjen de dîsa çepgirên Tirk in. Çepên ku hem Alewî û hem jî Kurdan înkar dikin, zilmê li wan dike, îfadekirina nasnameya wan qedexe dike, îman û zimanê wan qedexe dike û difetisîne. Îro çepên Tirk van her du koman ji bo armancên xwe yên siyasî wek kevirekî gavavêtinê dibîne”.


