CivakRojev

Demîrtaş: Em destekê nadin rêbazên çekdarî

 

Demirtaş ji Politico Ewropa re axivî û diyar kir ku HDP ne girêdayî PKKê ye.

Hevserokê Giştî yê HD yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji Politico çapa Ewropayê re axivî û anî zimên ku ew bi ti awayî piştgirîyê nadin şiddet û rêbazên çekdarî. 

Demirtaş, di axavtina xwe de diyar kir ku HDP ne girêdayî PKKê ye û got:“Em xwe wek pêkhateya siyasî ya PKK bi nav nakin, ji ber ku em ne wisa ne. Em bi ti awayî piştgirîyê nadin bikaranîna şiddet û rêbazên çekdarî”.  

Demîrtaş, di derbarê hilbijartinan de jî nirxandin kir û got: “Ji ber polîtîkayên zext yên otorîterîya Erdogan, di salên dawî de Kurd jî tevî hemû komên mûxalif bûn hedef. 12 wekîlên Kurd yên hilbijartî, 102 şaredar, bi hezaran rêveberên partîyan û sempatîzan hatin girtin. Walî û rayedarên din yên dewletê wek qeyûm hatin tayînkirin. Erdogan veguherî polîtîkayek dijminane ya ultra-neteweperest û piştgirîya Kurdan winda kir. Ez difikirim ku wê Erdogan di tûra yekem de bi ferqek mezin winda bike”. 

 

Back to top button