CivakRojev

Kesên ku tabelayên Kurdî daneliqînin wê rastî tedbîrên hiqûqî bên

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, diyar kir ku ji sibê pê ve kesên ku li cihê kar tabelayên bi zimanê Kurdî daneliqînin wê rastî cezayên yasayî bên.

Parêzgarê Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku “Me îro civîna xwe di nav parêzgarîyê de li dar xist û sibê emê dest bi cezayên yasayî yên li ser hemû kargehên ku biryara parêzgarîya me cîbicî nakin, bisepînin”.

Xoşnaw, ku demek berê gotibû “Me biryar da ku tabelayên li kargehan daleqandî bikin Kurdî. Ji bo pêkanîna vê biryarê me 01.04.2023 wek roja herî dawî destnîşan kiriye. Ger kargeh heta vê dîrokê vê biryarê bi cîh neynin, pêşî wê xwediyê kar bê cezakirin û ger wiha berdewam bike wê kargeh bê girtin”.

Parêzgarê Hewlêrê Xoşnaw, bal kişande ser vê yekêû got: “Ev biryar hemû nûneratî, deverên bazirganî, sektora taybet, kompanî û hemû cîhên ku tabloyên reklamê bi kar tînin, digre nav xwe.

Back to top button