Polîtîk

Balefirxaneya Hewlêrê û xelata baştirîn balefirxane

Di merasimekî de ku, li Dubayê bi mebesta hilbijartina baştirîn balefirxaneya navnetewî ya li ser Rojhilata Navîn, Asiya û Aferîqayê de, desteya dadwerên navnetewî (weke jurî hatibûn destnîşankirin) balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê weke baştirîn balefirxane sala 2012an hilbijart.

Di vê derbarê de desteya dadweran diyar kir ku, balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê yek ji wan balefirxaneyên herî baş ya Rojhilata Navîn e ku, bilez pêş dikeve û jiber hindê jî, îro,  balefirxaneya Hewlêr weke baştirîn balefirxane hate hilbijartin û hêjayê xelata baştirîn balefirxaneyê ye û ”em jî weke desteya dadweran xelata han pêşkêşî balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê dikin.”

Di berdewamiya vê merasimê de birêvebera giştî ya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Telar Fayiq jî di dema wergirtina xelatê de diyar kir ku, ev xelata han bo balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê cîyê serbilindiyê ye. (KTV)

Back to top button