Civak

Exxon Mobil dimîne û du kompaniyên di jî tên Kurdistanê

Wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê Aştî Hewramî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê kontrakt di gel du kompaniyên mezin yên cîhanî yên ku di warê neftê de kar dikin kontirat îmza dikin:

– Hikûmeta Kurdistanê, bi mebesta bilindkirina sewyeya hilbirîna di warê nefê de li herêma Kurdistanê,  digel du kompaniyên mezin yên cîhanî ku, di warê hilbirîna neftê de kar dikin, dest bi danûstandinan kiriye.

Aştî Hewramî  di daxuyaniya xwe de nave wan her du kompaniyan eşkere nake, lêbelê diyar dike ku, hikûmeta Kurdistanê du peymanên giring bi wan her du kompaniyan re îmze kiriye.

Hewramî, herwwesa, ew yek jî taekîd kir ku, kompaniya Exxon Mobil li ser karên xwe li Kurdistanê de berdewam be û bi ti awayî xwe ji Kurdistanê navekêşe


Hikûmeta Îraqê û bi taybetî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî û cîgirê wî yê bo karûbarên Enerjiyê Hi
sên Şehristanî berdewma  wan kompaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê kar dikin tehdîd dikin. Li gor Necîbe Necîb parlamentera Îraqê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî, hikûmeta Îraqê û şexsê Nurî Malikî mijûlî amadakirina pîlanekê ne li dijî siyaseta herêma Kurdistanê a di warê patrolê de.

Back to top button