Kurdên rojava sipasiya serok Barzanî dikin
Desteya Bala ya Kurdî a rojavayê Kurdistanê, peyameke sipasîyê pêşkêşî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û jiber biryara serok Barzanî a vekirina deriyê Pîşxabûr û hinartina alîkariyê bo gelê kurd li rojavayê Kurdistanê, Detaya Bala a Kurdî bi navê xwe û bi navê gelê kurd li Suriyeyl ji dil sipasiya serokê Kurdistanê dike.
Ev li jêr tekesta peyamê ye:
Serokê Kurdistanê
Birêz Mesûd Barzanî
Desteya Bilind ya Kurdî li ser navê xwe û li ser navê gelê kurd li rojavayê Kurdistanê, jiber biryara we ya di derbarê vekirina deriyê Pîşxabûr û gehandina hevkariyan bo gelê kurd li rojavayê Kurdistanê, ji dil spasiya we dikîn û alîkariyên we yên hêja jî ku, nîşaneya girîngîdana we bi gelê kurd li rojavayê Kurdistanê ye bi girîng û pirbuha dinirxînîn. Ev hevkariyên we ku, bêyî cudahî li ser tevahiya aliyan hatine dabeşkirin, û biryarên we bûn sedema kêmkirina êş û janên gelê me li Rojavayê Kurdistanê.
Desteya Bala a Kurdî
30.01.2013