Polîtîk

Blokeya li ser HDP rabû

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), blokeya li ser alîkariya xezîneyê wek tedbîr ji ser HDP rakir.

Biryar bi piraniya dengan hat girtin. Li gorî vê biryarê HDP wê ji bo hilbijartinan ji alîkariya Xezîneyê sûd werbigire. Doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve ji bo girtina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin, wek hiqûqî didome.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, di 5ê Çile de biryara blokekirina hesabên partiyê hatibû girtin.

Biryara blokekirin û cardek din wergirtina alikariya ji xezîneyê ji bo çi hatiye girtin kes nizane. Di pêvajoya hilbijartinê de rakirina blokeya alikariya xezîneyê helbet ji bo HDP girîng û pêwist e. Lê ev biryara ku bû wek surprîzekê wê di encamê de çi jê derkeve cihê pirsê ye. Hat zanîn ku biryar bi piraniya dengên 8 endamên lijneya Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye girtin.

Back to top button