Serok Barzanî ligel Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin li Hewlêrê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbê kirin.
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin kir ku piştî serdana xwe ya fermî li paytexta Iraqê Bexdayê hatibû Hewlêrê.
Serok Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew kêfxweş in ku li Hewlêrê pêşwazî li Austin kirine.
Bserok Barzanî got “Min û wezîr Austin li ser çend mijarên wek pêwendiyên ligel Hikûmeta Federal û hewlên berdewam ên Hewlêr û Bexdayê ji bo bidestxistina rêkeftinan ji bo peydakirina berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.”