Ticareta Tirkiyeyê piştî Almaniya digel Kurdistanê ye
Heyeta hikûmeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesazî yê herêma Kurdistanê, li Enqereyê digel wezîrê aborî yê Tirkiyeyê Zafer Çağlayan civiyan.
Di civînê de, têkeliyên navbera Enqere û Hewlêrê, bi taybetî têkeliyên di warê aborî, siyasî û bazirganê de hatin nirxandin û tekîd li ser berfirehkirin û xurtkirina wan têkeliyan hat kirin.
Wezîrê aborî yê Tirkiyeyê di axavtinekê de behsa sewyeya têkeliyên bazirganî yên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got ku, herêma Kurdistanê, piştî Almaniyayê, bi derceya duyem tê di warê qebareya ticareta digel welatên derve re.
Şandeya herêma Kurdistanê di berdewamiya serdana xwe de a bo Tirkiyeyê dê digel wezîrê teknolojiya û wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê jî bicivin û pişt re dê serdana mezintirîn bajarên pîşesazî (industry) li Enqere, Stenbul û bajarên din bikin daku zaniyariyan li ser wan bajarên industrî yên Tikiyeyê werbigirin, ka ew çawa hatîne dirustkirin, avakirin û dihên birêvebirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê di warê avakirina bajarên pêşesazî de dixwaze fêdey ji tecrûbeya hikûmeta Tirkiyeyê werbigire.
Weke tê zanîn heyeta herêma Kurdistanê ji, Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesazî, Osman Şiwanî sekreterê civata balaya aborî, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, Temer Remezan waliyê Duhokê, Behroz Heme Salih waliyê Silêmaniy, Selahedîn Ferec serokê îdareya Germiyanê û çend şîrtmendên warê bazirganî û pîşesaziyê pêk tê.