NB: Pirsa kurd li Tirkiyeyê pirseke siyasî ye
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duhî roja pêncşemiyê li bajarê Hewlêrê, digel wezîrê derve yê Bulgaristanê Nîkolay Mîladînov û şandeya pê re civiya û serokwezîrê Kurdistanê got ku, wan digel hikûmeta Bulgaristanê li hev kir ku, nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li paytexta Bulgaristanê vekin û Bulgaristan jî konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Piştî civînê, serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Bulgaristanê derketin pêşberî mediyayê û di preskonfrensekê de berisva pirsên rojnamevanan dan û naveroka civîna xwe ji raya giştî re eşkere kir.
Wezîrê derve yê Bulgaristanê di preskonfrensê de behsa pêşkeftinê li herêma Kurdistanê çêbûne kir û got:
– Di navbera yekem serdana min a bo herêma Kurdistanê di sala 2006ê û nuha de, ya ku,em îro dibînîn pêşkeftinên gelek mezin di hemû waran de li herêma Kurdistanê çêbûne. Ev yek jî berhema xebata serokwezîr û siyaseta serok Barzanî ye. Eger Îraq jî, ji bo pêşkeşkirina xizmetgozaroyan çav li herêma Kurdistanê bike, bê guman dê nearamî û alozî li Îraqê jî kêm bibe. Eger samanên xwezayî li herêma Kurdistanê baştir bên bikaranîn, herêma Kurdistanê gelek baştir pêşbikeve. Em hêvîdar in ku, ew pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bidetve hatine li beşên din yên Îraqê jî çê bibin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de got:
– Li gor destûra esasî a Îraqê, herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê ye. heta nuha jî biryara parlamentoya Kurdistanê û biryara serokatiya herêma Kurdistanê eve ku, herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê û dixwaze di çaçoveya makezagonê de pirsgirêkan bi Îraqê re çareser bike.
– Me li herêma Kurdistanê ji sifrê dest pê kir, her welatek bikaribe di warê aborî de hevkariya me bike, em amadene deriyên xwe jê re vekin. Ew welat, tevî Bulgaristanê jî, dikarin li herêma Kurdistanê karûbar û çalakiyên xwe yên bazirganî encam bidin.
Li dor pirsa kurd li Tirkiyeyê û çareserkirina wê pirsê, serokwezîrê Kurdistanê got:
– Me berê jî gotiye û em nuha carek din jî dibêjin; ji bona çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê, her pêngaveke pêwîst be û daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê bê kirin, am amadene alîkariyê bikin. Pirsa kurd li Tirkiyeyê pirsek siyasî ye, ne pirseke leşkerî ye, pêwîste bi diyalog û bi awayekê aşitî di çarçoveya welatê Tirkiyeyê de bê çareser kirin.
Derbarê karkirina kompaniyên mezin yên di warê neftêd e li herêma Kurdistanê kar dikin, yên weke Exxon Mobil, Nêçîrvan Barzanî got:
– Berpirsên kompaniya Exxon Mobil, piştî serdana wan a bo Bexdayê, ji bo dîtina serok Barzanî, ji vir çûn Davosê. Em ji wê yekê piştrast in ku, ew dê bi wan kontiraktên bi herêma Kurdistanê re îmza kirine pabend bin. Ew kontirakt di çarçoveya destûra Îraqê de hatine îmza kirin. Ew yek mafekê destûrî yê herêma Kurdistanê ye. Exxon Mobil di vê çarçoveyê de, bi wan kontiraktên digel herêma Kurdiatanê îmza kirine pabend e û em ji vê yekê piştrast in.