Polîtîk

Divê xelkê Suriyeyê ji kuştin û malwêraniyê xilas bibe

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duhî roja pêncşemiyê li bajarê Hewlêrê, digel wezîrê derve yê Bulgaristanê Nîkolay Mîladînov û şandeya pê re civiya. 

Di civînê de, behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Bulgaristanê hat kirin û tekîd li ser pêsxistin û berfirehkirina wan têkeliyan di hemû waran de hat kirin û divê çarçoveyê de wezîrê derve yê Bulgaristanê got:

– Em dixwazin di van heyamên nêzîk de konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê vekin. Em di vekirina konsulxaneya xwe li hewlêrê direngman. Em dixwazin şirket û kompaniyên bulgarî bi awayekî aktîv beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de, li hember biryara hikûmeta Bulgaristanê a vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê, kêfxweşiya xwe nîşan de û got ku, di gelek waran de, bi taybetî di warê zîraetê de herêma Kurdistanê pêwîstî bi terûbeya Bulgaristanê heye:

– Sektora zîraetê li herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkarî, pisporî û şarezayîya Bulgaristanê heye. Em dixwaz in di warê çandiniyê de hikûmeta bulgarî akîkariya herêma Kurdistanê bike.

Rewşa siyasî û kirîza Îraqê, guhertinên li herêmê diqewimin û rewşa Sûriyeyê mijarên din yên civîna navbera serokwezîrê Kurdistanêû wezîrê derve yê Bulgaristanê bûn.

Nêçîrvan Barzanî got:

– Herêma Kurdistanê hertim dixwaze  hemû pirsgirêkên digel hikûmeta Bexdayê bi rêya diyalogê û di çarçoveya mekanîzma destûra Îraqê de bên çareser kirin.

Li dor rewşa Suriyeyê jî, her du aliyan dilgaraniya xwe li hember rewşa aloza Suriyeyê nîşan da û hêvî kir ku, bi zîtirîn dem çareseriyek ji rewşa Suiyeyê re bê dîtin û xelkê wî welatî ji kuştin û malwêraniyê xilas bibe.

Weke tê zanîn wezîrê derve yê Bulgaristanê bi serokatiya şandeyekê, roja çarsemiyê 23.01.2013ê bi rêya firokexaneya Hewlêrê a navdewletê, bi serdanek fermî gihişte Hewlêrê

Back to top button