Mexdûrên erdhejê çawa dikarin bi vîzeyê biçin Almanyayê?
Hikûmeta Almanyayê soz da ku ji bo koçberên li Almanyayê dijîn û dixwazin xizmên xwe yên mexdûrên erdhejê bînin Almanyayê, pêvajoya vîzeyê hêsan bike.
Îcar kî dikare biçe Almanyayê û çawa?
Belgeyên ku ji bo vîzeya mexdûrên erdhejê hatine xwestin wiha ne:
-Dagirtina forma serlêdana vîzeyê
-Pasaport (pasaporta demkî jî tê qebûlkirin)
-Kerta tenduristiyê (di dema mayîna li Almanyayê derbas dibe.)
-Wêneyê biyometrîk – Rapora agahdariya niştecîh, a ku rûniştina we ya li devera erdhejê nîşan dide.
-Nimûneya qeydkirina nasnameyê û beyana ku xizimtiya we û vexwendkarê li Almanyayê nîşan dide
-Gotarek bi kurtî li ser rewşa erdhejê
-Peymana ku ji aliyê vexwendkarê Almanyayê hatiye dayîn
Tezkere, yan jî vexwendname, belgeya herî girîng e ku ji bo serlêdana vîzeyê ji Almanyayê re tê xwestin. Kesên vexwendkar tenê dikarin ji pêvajoya bilez a vîzeyê sûd werbigirin da ku xizmên xwe yên pileya yekem û duyem yên mexdûrên erdhejê bînin.
Di heman demê de şert e ku kesê vexwendin kiriye niştecîhek daîmî yan jî hemwelatiyê Alman be.