Civak
Li Dûzxormatoyê 70 welatî bûne qurbanî
Peyamnêrê Kurdistan TV yê li cihê bûyerê ragihand ku, Terorîstekî xwekuj xwe û otomobila xwe ya bombekirî di nava merasimeke perseyê(tazîye) de teqandiye û di encam de herî kêm 70 welatî bûne qurbanî.
Peyamnêrê Kurdistan TV eşkere kir ku, Terorîstê xwekuj xwe û otomobila bombekirî bi rewrisma perseya Perestar Ehmed Selah di nava bajarokê Dûzxormatoyê de teqandiye û di encam de 23 welatî canê xwe ji dest dan û 50 welatiyên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên tendirostî jî dibêjin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.