Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîra Derve yê Norwêcê civiya

Li Munchenê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya xanim Anniken Huitfeldt Wezîra Derve ya Norwêjê kir.

Gotûbêjan behsa geşepêdana peywendiyên dualî yên Norwêjê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, kêşeyên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên berdewam di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de ji bo çareserkirina nakokiyan kirin.

Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û rewşa Sûriyê û navçeyê bi giştî hat kirin.

Back to top button