Bazên Azadiya Kurdistan
Bi navê Xwedanê dilovan beyannameya ragehandina damezirandina Bazên Azadiya Kurdistanê piştî bîst û dû heyvan ji serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê bo azadî û rizgariyê û mafên gelê xwe yên rewa, û rakirina zordarî û sitemkariya salan û piştî guhertinên mezin û xeternak di şoreşa gelên Sûriya de, ji kuştin û wêrankirin û mişixtkirinê …
Em sûnd dixwin bi kurd û Kurdistanê, bi xwîna şehîdên rûmet û serbilindiyê, ku em hilgirin çekan ser rêbaza Bavê netewa Kurd Barzaniyê nemir û Şêx Se-îdê Pîran û Qazî û Egîdê qehreman ..
Ku gelê xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin û Sûriyeke demokrat û federal ava bikin. Amadekariya xwe zêditar dikin bo hêzeke kurdî yek bin siya Desteya Bilinda kurdî û komîteya wê ya leşkerî ya taybet de. Nemirî bo şehîdên kurd û Kurdistanê û şehîdên rêbaza azdiyê ….
21 ê çele 2013
Bazên Azadiya Kurdistan
(kdp.info)