Li Rojava Hêza Bazên Azadiya Kurdistan hat ragihandin
Ciwanên Kurdistanê roja destpêka Şoreşa Suriye hata niha li Suriye û Kurdistana Rojava ketin di nava refên şoreşê de û roj bi roj xwe rêxistin kirin. Lê gelek caran bûn armanca êrîşên hêzên rejimê û PYDê.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi armanca parastinê “Héza Bazen Azadiya Kurdistan” damezirandin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştiya Kurdistanê ragihandin û di tê de dibêjin: Çek ne reya yekem e ji bo me. Lê di van mercan de em ji bo parastina Kurdistanê û hêzên netewî destavêtina çekan û amadekirina hêzek çekdar wek pêwistiyekî dibînin.
TCK di daxuyaniya xwe de radigihînin ku, ew bi tu hêzêk yan jî partiyekî ve ne girêdayîne û ev tevgerek serbixwene .TCK dibêjin daxwaziya me serxebûna Kurdistanêye. Lê em bi erênî pêşwaziya federasyonê û bi her awayekî destxistina mafên gelê kurd dikin.


