Civak

Kurd ji dewleta Tirk bêhêvî ne

Rojnameya Alman Tagesspiegel, nivîsî ku piştî karesata erdhejê gelê Kurd ji dewleta Tirk bêhêvî bûye.

Rojnameya Alman Tagesspiegel, bi sernavê “Piştî erdhejê Kurd ji dewleta Tirk bêhêvî bûne” nêrînên xwe yên li ser erdheja Amedê eşkere kir.

Rojnameyê di derbarê astengiyên xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bal kişand ser berteka gelê Amedê ya li hemberî ewlekariya dewleta Tirk.

Di nûçeyê de bal tê kişandin ku bêhêvîbûna gelê herêmê li hemberî rêveberiya dewleta Tirk a piştî erdhejê zêde bûye û xelkê Amedê dibêjin “ ne ew alîkarîya me dikin û ne jî dihêlin em alîkarîya xwe bikin. Ji me re hêz û derfetên wan kêm in, lê di dema operasyonan de amade û xwedî hêz in “.

Balkêş e ?
Close
Back to top button