Civak
Serokê herêma Kurdistanê serdana herêma erdhejê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bo derbirîna hevsozî û hevxemiya xwe ji ber erdheja 6ê Sibatê, serdana Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dike.
Li gor aghdariyan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Sibata 2023 bi serdanekê diçe Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî dê serdana herêmên erdhejê bike ku di encama erdheja 6ê Sibatê de, zirareke mezin a canî û maddî gihîştiye wan deran.
Her îro Serokê Herêma Kurdistanê serdana Enqereyê dike û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re dicive. Nêçîrvan Barzanî dê paşê vegere Herêma Kurdistanê. Li gora zanyariyan Barzanî serdana Dilokê û navçeya Islahiye dike û li gel qurbqniyên erhejê tê bahev û daxûyaniyekî dide.