Civak

Li herêma erdhejê 5 hezar gund hene: Pêdivî bi kon, xwarin û avê heye

Li ser erdheja Mereşêrê 9 roj derbasbûn. Hejmara kesên ku di 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an de jiyana xwe ji dest dan derket 31 hezarî, zêdeyî 80 hezar kes jî birîndar bûn.

Her çiqas mezinahiya wêraniya erdhejên ku li 10 bajaran hatiye hîskirin ji navenda bajaran tê dîtin jî ji bo kesên li tax û gundan dijîn rewş ne cuda ye. Li herêma tofanê zêdeyî 5 hezar gund hene. Hat diyarkirin ku kesên di xaniyên ji kelpîç de dijîn ku bi kîlometreyan dûrî navendên bajêr in, bi rojan alîkarî wernegirtine. Xwebexşên ku xwe gihandin hin gundên ku mal û embarên wan zirareke mezin dîtine, behsa serpêhatî û pêdiviyên li gunda kirin.

Xwebexşek behda karaseta li gunda pêkhatî dike û dibêje: Li gundan pirsgirêkên cidî hene. Mirov digihêjin xizmên xwe û termên wan didin hev ê li weseyetan dikin û dibin daku binax bikin. Xaniyên wêrankirî, deverên ku gelek zirar dîtine, destê xwe li kê bidî, di deng û awazên wan de bêhêvîtiyê dibînî. Ji Stenbol û Enqereyê tenê dilxwaz û xebatkarên madenê çûne gundan. Gundî bi xwe heywanên mirî radikin. Bi xwe derman didin sewalên xwe yên birîndar. Li vir tu îmkanên hikûmetê nînin. Em dervene û muhtacê çadiran e. Hinek guvan ku nerûxayin ê hinek jî di otomobilan de dimînin. Hewa xerab e, her kes nexweş e. Av tune ye, bi kanalîzasyonê re têkel e û diherike. Li herêmê tenê rêxistinên dezgehên sivîl kar dikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button