PKK li Ewropayê Komîteyeke taybet bi dijatîkirina Herêma Kurdistanê pêktîne
Helwesta PKKê di derbarê başûrê Kurdistanê de tê zanîn. Armanca sereke ya PKKê têkbirina statûya başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê yekê jî PKK li gel dewletên herêmê di nava pêwendiyek bi hêz de ye. Herweha dest tavêje her hêzek ku dijê statûya başûrê Kurdistanê û li gel wan hevkariyê dike. Helwesta PKKê di derbarê başûrê Kurdistan de baş tê zanîn, lê mixabin piraniya aliyên siyasî yan vê yekê nabînin yan jî ev helwesta PKKê li hesabê wan tê ku li himber siyaseta PKKê nabin xwedî helwest.
Îro destkeftiya berbiçav ya Kurda li hemû Kurdistanê û tevahiya cîhanê statûya başûrê Kurdistanê ye. Eger rojek ji roja Kurd bikaribin xwewna xwe di rastiyekî de bijîn zemînê ku niha heyî tenê başûrê Kurdistanê ye. PKK bi hemû imkanên xwe hewldide ku zemînê hêviya xeta netewî ya Kurdistanî têkbibe.
Mixabin wek me gotî, eger Kurd li xwe û destkeftiyên xwe xwedî dernekevin û neparêzin , ew bi hemd yan jî bêhemdê xwe dikevin di xizmeta siyaseta PKKê de.
Herî dawî Darkamazî di derbarê planek a PKKê ya ku dijê desthilata başûrê Kurdistanê eşkere dike.
Nûçeya Darkamazî di vê derbarê de wihaye:
PKK ji boy dijatîkirina statuya Herêma Kurdistanê û tunekirina wê, xwe ji ti tiştekî bi dûr nagire, ew her tiştî dike, her tiştî dibêje, bi tenê ji boy ku Herêma Kurdistana federal li ber çavê gel û cîhanê reş bike, herî dawî jî li Ewropayê Komîteyeke taybet bi parvekirina propagandayên derewe, dezenformasyon û dijatî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk aniye.
Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî ku ji yek ji endamên vê komîteyê bi dest xistine, PKK’ê ji boy dijatîkirin û rûreşkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê Komîteyeke medyayî bi pêşengiya Sariya Solboz Perî li Ewropayê pêkaniye, karê komîteyê eve ku agahiyên nerast û derewan weke agahiyên rast li dijî Herêma Kurdistanî çêbikin û piştre jî weke pirtûk parve bikin.
Çavkaniyê pêgeha Darka Mazî eşkere kir, di vê derbarê de heya niha vê “Komîteya Derewan” 3 pirtûk ji boy çapkirinê amade kirine ku yek ji wan bi navê “Zîndana hovîtiya PDK Akrê” parve kiriye.
Çavkaniyê Darka Mazî her wiha navên endamên vê komîteya PKK’ê jî eşkere kirin ku bi vî awane:
Sara Solboz Perî/ Serperişta Komîteyê, Doxan Serhed, Ezet Dura, Sefqan Dersîm, Rûbar Teyî û Melîsa.