Civak

Terorîstan Kerkûk kir gola xwînê

 

Îro li bajarê Kerkûkê  di nava komelgeha Azadîya Kerkûkê ku di tê de baregehê Partiya Demokrata Kurdistanê jî heye teqînek mezin pêkhat. Otomobilek bombekirî hate teqandin .

Piştî bûyerê berpirsên PDKê çûn cihê bûyerê. 

Dema ku berpirsên BDK serdana cihê bûyerê kir otomobîlek din hate teqandin. Di encam de 20 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 233 welatî jî birîndar bûn.

Herweha îro li bajarokê Duzxormatoyê jî li ber fermengeha hêzên ku ji Kurdistanê çûyîn deverê otomobilek bombekirî teqiya û encama vê teqînê de 3 kesî jiyana xwe ji dest da û 38 kes jî birîndar bûn.

 

Piştî vê êrîşa dijê Kurdistaniyan serokê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ev bûyera qirêj şermezar kir. 

Herweha Mekteba Siyasîya Partiya Demokrata Kurdistanê jî bi daxuyaniyekî ev bûyer şermezar kir. 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button