Di têkiliyên Enqere û Şamê de geşedanên nû: Çavuşoglu bi opozîsyona Sûriyê re civiya
Di çerçoveya pêwendiyên Tirkiye û Suriye de, wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu li gel opozisyona Suriye civiya.
Wezîrê Derve Mevlût Çavuşoglu bi Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê Salim El-Meslat, Serokê Komîsyona Danûstandinan a Sûriyeyê Bedr Camûs û Serokwezîrê Hikûmeta Demî ya Sûriyeyê Abdurrahman Mistefa re hevdîtinek kir. Çavuşoglu derbarê hevdîtinê da wiha got: “Me li gor biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî piştgiriya xwe ya ji bo muxalefet û gelê Sûriyeyê dubare kir.”
Çavuşoglu di derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxûyaniyek da.Çavuşolu li ser hesabê xwe yê medya civakî de dibêje: “Me bi Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê El-Meslat, Serokê Komîsyona Danûstandinan a Sûriyê Camûs û Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Mistefa re hevdîtinek kir. Me geşedanên dawî yên di çarçoveya pêwendiyên Sûriyê gotûbêj kir. Li gorî biryara 2254’an me piştgiriya xwe ya ji bo opozîsyon û gelê Sûriyê dubare kir.”
Di 28ê Kanûnê de Wezîrên Parastinê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê û Serokên Îstixbaratê li Moskova ya paytexta Rûsyayê civiyan û piştî 11 salan yekemîn têkiliya fermî ya bilind hatibû kirin..