Cîhan
Erîşê kelgeha petrolê kirin 10 karker kuştin
Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, dide xûyakirin, îro 30ê Kanûna 2022ê li dijî 3 otobusên karkeran li kêlgeha petrolê ya El-Teym li Dêrezorê êrîş pêk hatiye.
Di encama êrîşê de, 10 karker hatine kuştin û 2 karker jî birîndar bûne.
Nehatiye diyarkirin ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Kêlgeha petrolê ya El-Teym li başûrê bajarê Dêrezorê ye û di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye.