Polîtîk

Serok Barzanî carek din li Silêmaniyê digel YNKê civiya

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro serdana bajarê Hewlêrê kir û digel polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiya.

Serok Barzanî li Silêmaniyê ji aliyê Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNKê û Hêro Îbrahîm hevjîna Celal Telabnî û hijmareke serkirdeyên YNKê ve hat pêşwazî kirin.

Serok Barzanî li rewşa saxlemiya Talebnî pirsî û Hêro Îbrahîm ku, bi Talebanî re çû bû Elamniyayê û çend roje vegeriyaye Silêmaniyê, ji serok Barzanî re  behsa rewşa saxlemiya serokomarê Îraqê kir û got ku, rewşa saxlemiya Celal Talebanî ber bi başiyê ve diçe.

Piştre her du polîrbûroyên YNK û PDKê di bin serokatiya Mesûd Barxanî serokê Partiya Demokrata Kurdistanê de civiyan û hijmareke pirsên aktuelên di rojeva Kurdistanê de dotûbêj kirin.

Ev cara duyemîn e, piştî nexweşketina Celal Talebanî, serok Barzanî diçe Silêmaniyê û digel YNKê dicive. 

Back to top button