Îran alîkariya miroviya Kurdan qebul nekir
Piştî wê yekê ku roja 05/12/2012 xwendekarên gundê Şênawe ya ser bi bajaroka Pîranşar li Rojhilata Kurdistanê ku agir pêketibû û bi wê sedemê 37 xwendekarên keç şewitîbûn, heman demî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl da alîkarî û hevkariyên xwe bigihîne wê gundê û alîkariya lêqewimiyan bike, lê belê ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve ew hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku dixwest bişîne wan qurbaniyên karesata xwendingeha Şênawe ya li Rojhilatê Kurdistanê nehat qebulkirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkarî ji bo gelek cîhan dişîne ku tûşî karesatên cûr bi cûr dibin, bi taybet şandina hevkariyê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bi bêyî cûdahî kom dike.
Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li daxuyaniyek da eşkerekiriye: li gor şiyana xwe hevkariyê li wan cîhan dikîn ku tûşî karesatên mirovî dibin, ji ber vê hindê jî me hevkariyê ji bo qurbaniyên xwendingeha Şênawe komkir û me hewl da bi awayeke fermî wan hevkariyan ji bo wan bişînîn, lê belê li rêya Konsolxaneya Komara Îslamiya Îran li Hewlêr ve hate ragihandin ku wan pêwîstî bi wê hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tûneye.