Serok Barzanî pîrozbahiyê li Serok Komarê hilbijartiyê Iraqê kir û peyamek ragihand..
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Serok Komarê hilbijartiyê Iraqê kir
Êvariya roja pêncşemê 13.10.2022 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê pîrozbahiyê li Dr Letîf Reşîd kir ji bo hilbijartina wî ya wekî Serok Komarê Iraqê û ji bilî ragihandina piştgiriya xwe, hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest. Her wiha Serok Barzanî hêviya wê yekê jî xwest ku proseya siyasiya Iraqê bikevê qonaxêkî taze û erênî.
Herweha bi minasebeta hilbijartina serokkomarê Iraqê yê nû û guhertinên prosesa siyasî li Iraqê serok Barzanî ji bo Raya Giştî peyamek ragihand.
Peyama serok Brazanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartina Serok Komar ve, her li piştî ragihandina encamên hilbijartina li cotmeha sala derbasbûyî heta niha hewlekî zêde hate dayîn bo ku îrade û îstîhqaqata gelê Kurdistanê dest bi serda bigrê û kesek li derveyê komdengî û îradeya gelê Kurdistanê wekî Serok Komar bê sepandin. Lê belê ew hewl sernekeftin û rê nehat dayîn îradeya xelkê Kurdistanê bê piştguhxistin.
Ji bo me herdem prensîp girîngtir e ji post û pile û paye û dawiyê jî ew prensîp serkeft ku nabê kesek li ser îradeya gelê Kurdistanê da bê sepandin û bibe Serok Komar.
Hêvîdarim hengavên paşerojê nav proseya siyasiya Iraqê li xizmeta berjewendiya Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê da bê û keşûhewayeke nû jiyana siyasî bigrê û dawî bi kêşe û asteng û qeyranên derbasbûyî bê
Mesûd Barzanî
13.10.2022