PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî: Werin Hewlêrê pirsgirêkên xwe çareser bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çarserkirina nakokiyên di navbera aliyê Iraqî de bang li wan kir werin Hewlêrê bicivin, dest bi diyalogek niştimanî bikin û prsgirêkên xwe çareser bikin:

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

 Em ji nêzîk  û bi dilgiraniyek kûr ve  pêşhateyên  siyasî û emnî yên îro li Bexdayê û çend navçeyên din qewimîn  dişopînîn.  Em daxawazê ji hemû aliyan dikîn ku bi qasî ku ji destê wan  tê bi sebir bin  û rê nedin rewş ji kontrolê derkeve.

 Xwepêşandanên aştiyane mafê destûrî yê parastî ye, lê alozî û rawestandina saziyên dewletê tu pirsgirêkan çareser nake û rewşê aloztir dike, ji ber wê jî divê rûmeta saziyên dewletê bê parastin û rê li ber erk û karên wan neyê girtin.

 Divê hêzên asayîşê jî gelek zêde bi hişyarî  rûbirûyê rewşê bibin û rê nedin ku xwepêşandan û bûyer bibin sedema zêdtir têkçûna rewşa ewlekarî û ketina qurbaniyan di navbera  îraqiyan da.

 Rewşa welat gelek pêwîstî bi wê yekê heye ku vegerin bo lojîk, destpêkirina diyalogeka niştimanî û berpirsiyarane û hevkariya hemûyan divê da ku Îraq ji vê rewşa dijwar rizgar bibe û her tişt beravêtî nebe.

 Em dûbare dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê  alîkar be ji bo çareserî û hevtêgihiştina aliyên Iraqî, lewma em bang li hemû hêz û aliyên Iraqî dikîn ku bihên li Hewlêrê bicivin û ji bo derbaskirina rewşê dest bi diyalogeke cidî bikin.

 Nêçîrvan Barzanî

 Serokê Herêma Kurdistanê

 2022.08.29

Back to top button