Civak

Serokê Kurdistanê xemgîn e

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya malpera xwe ya Facebookê paymekî pêşkeşî serokatî, endam û terefdarên Yekêtiya Niştimnaiya Kurdistanê dike û ji wan re dibêje ku, ew birayê wan e û dê hertin weke bira digel wan bimîne.

Serokê Kurdistanê dipeyama xwe de dibêje ku, jiber têkçûna rewşa saxlemiya Celal Talebanî, ew dilgirane û hêviya çakbûneke lezgîn jê re dike.

 Ev li jêr teksta peyama serokê Kurdistanê:

Ji ber têkçûna rewşa tendirustiya birayê xwe yê xweştivî serok mam Celal, ez gelek dilgiran im û hêviya başbûneke lezgîn jê re dixwaz im. Ji bo dilniyabûna ji rewşa tendirustiya rêzdarî jî, peywendiyên min digel wan birayên ku, li Bexdayê ne û her wiha digel pizîşkan jî, berdewam in.

Îro roja wê yekê ye  ku, em hemû wekî bira dest li nav destê hevdû bigrîn û duaya başbûnê ji bo birayê xwe yê ezîz bikîn.

Ez ji hemû  birayên serkirdayetîyê, endam û alîgirên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana hevpeyman jî re dibêj im  ku,  ez herdem wekî bira ldigel we me  û dê her wiha jî bimîn im.

Back to top button