Endamê Komiteya Asayîş û Berevaniyê daxûyakirin ku, Parlamentoya Iraqê biryar da hejmara hêzan li navçeyên sînorî zêde bike.
Fermandar Dilêr Zêbarî, fermandeyê hêzên pasewan li Duhokê daxûyaniyek da û got: Hêza pasewan kêm e û pêwîstiya me bi hêzên zêdetir heye.
Fermandar Dilêr Zêbarî dibêje ku, biryar hatiye dayîn û em li bendê ne ku hêzên zêdetir derbasî sînoran bibin, ji bo pêwîstiya me bi wan heye.
Wek din endamê Komiteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Sagvan Sindî dibêje ku; piştî serdana wan xalên sînorî, eşkere bû ku pêwîstî bi hêzên zêdetir heye, divê bên zêdekirin û hemû prosedurek temam bibe.