CivakRojev

Birîna Şengalê sarij nebûye

Di salvegera heştan a Jenosida Şengalê da, ku bi destê rêxistina terorist a Dewleta Îslamî a Irak-Şamê  (DAÎŞ) ve hatibû kirinê, birina Şengalê hêşta sarij nebûye, xwin jê tê.

Ji ber ku;

Bi sedan qiz û xortên Êzdî, ku mezintirin qurbana Jenosida Şengalê ne, niha jî di destê DAÎŞê da dîl in û çarenusî bi sedan Êzdî jî ne dîyar in,

Bi dehan hezar Êzdî hê jî di kampan, di hel û mercekê gelek dîjwar da dijin, hêşta venegeriyane ci û warên xwe,

Heya niha hikumeta Baxda ne tenê bona sarij kirina birîna Şengalê qasê pêwîst alikarî nekiriye,  her usa bûye asteng li pêşiya alikariyên navnetewi û alkariyên xwe yên kêm jî qut kiriye,

Heya niha 3ê Tebaxê weki Roja Jenosida Êzdi ji aliyê Koma Milletan ve nehatiye pejirandinê.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dinê Jenosida Şengalê mehkum dike, hemderdî û hemxemiya xwe ligel birayên xwe Êzdî radigihine.  

PSK, bang ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dike, ku bona çareser kirina pirsgirêkên Êzdiyên kampan û azad kirina dîlên Êzdî pirtir hewl bide.

PSK banga Hikumeta Herêma Kurdistan û hêzên welatparêzên Kurdistanê Başur dike, bona ku Şengalî vegerin ci û warên xwe ji bona ci be ci kirina Peymana Şengalê bi hevra kar û xebatê bikin.

PSK banga Hikumeta Herêma Kurdistanê dike, ku bibe destpêşxer û bi alikariya hemu partiyên Kurdistan û rêxistinên Kurd yên derwayê welat bona nasandina 3ê Tebaxê weki Roja Jenosida Êzdî ji aliyê Koma Milletan ve kar û xebat bike.

Li ber hizura şehidên Jenosida Şengalê qirnoş dibin!

2 Tebax 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button