
Rêxistina terorîstya DAÎŞ´ê di meha Hezîranê da erîş bir ser bajarê Musilê, bi alîkariy aeşîrên sunnî yên Ereb û kevne Beasî`yan Musilê girtin kontrola xwe. Leşkerên ser bi rejîma Bexda`yê bê ku tu berxwedan nîşan bidin, j iMusilê derketin. DAÎŞ´ê çekên giran yê leşkerên Iraqê, li Musilê bi destê xwe xisti bû. DAÎŞ, piştî ku Musilê girt jêr kontrola xwe. Di roja 3´ê tebax 2014´an da, ji nişkeva berê xwe dan Şengalê û niştecîhên Kurdên Ezîdî.
Di erîşa Şingalê da bi hezaran Kurdên Ezîd îhate qetilkirin. Li gelek cîhan jin, zarok, kal û pîr bi komî hate kuştin, bi saxî avêtine nav gola avê û dûra jî gule barn kirn. Bi deh hezaran jin û keçên Ezîdî dîlgirtin, gelek ji wan jin û keçan wek koleyê seksê bikaranin, li bazarê bajarên Ereb hatin firotin.
Bi sad hezaran Kurdên Ezîdî cîh û warên xwe bi cîh hêla û bi çiya, bi çol û beyarên Şingalê ketin. Bi rojan tîh û birçî man, gel zarok û kal û pîr nexweş ketin û di rê da mirin. Îro nêzî 500 hezar Kurdên Ezîdî li welatê xwe bûne penaber.
DAÎŞ´ê ne tenê erîşê Şingalê kir. Her usa 1100 kîlometre sînorên Kurdisana Başûr dane ber erîşan. Benda ava Musilê girtibûn bin kontrolaxwe. Erîşê bajaroka Maxmurê kirin, usa ku nêzî bajarê Hewlêrê bûbûn.
Lê belê pêşmergeyên Kurdistanê, hêza xwe zû dan ser hev û bi alîkariya hêzên hevpeyman, erîş birin ser DAÎŞ´ê, Şingal jî tê da gund, dever û bajarokên ku di destê DAÎŞ´ê da bû, yek bi ye krizgar kirin. Mixabin ku îro bi alîkariya ne xêrxwazan Şingal li jêr kontrola Bexdayê de ye.
Êşa Kurdê Ezîdiyên Şingalê gelek giran e. Gelek keçên me hîn jî aqubeta wan ne diyar e. Ji vir 5 sal berê 9 jinên ku daxawaza DAÎŞ´yan ne anîbûn cîh bi saxî di qefesan de bi zindî hatin şewitandin.
Di sed sala dawî da, gelek komkujiyên wek Dersim, Geliyê Zîlan, Enfal , Helebçe, Şingal û gelek din, bi serê gelê Kurd da hatiye.
Ji bo ku gelê Kurdistanê komkujiyên din nejîn, ji bo ku dîroka reş dûbare nebe, jo bo ku jin û zarokên me di qefesên dijmin da bi saxî neyên şewitandin, divê Kurd jî wek hemû neteweyên din, li welatê xwe, li ser axa Kurdistanê bi nasnama xwe azad û serbilind bijî.
Îro tekoşîna gelê me li Başûrê Kurdistanê hatiye asteke bilind û gelê me jî wek her neteweyek din, dixwazê çarenûsa xwe bidest bixe û li Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe bi dest bixe.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Qetliya Şingalê bi tundî mehkûm dike. Şehîdên Şingalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîrtîne.
03.08.2022
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd