
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê rojnamevan Berzan Ferman hat girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Endamekî malbata rojnamevan Barzan Ferman ji Rûdawê re ragihand, îro sêşemî saet 12:15ê piştî nîvro 3 kesên rûpoş ku yek ji wan çekdar bû, ew girtin û bi vaneke spî birin bêyî ku sedema girtina wî diyar bikin.
Endamê malbata Berzan Ferman herwiha got “Me peywendî ligel Asayişê û aliyên pêwendîdar jî kir, lê kesekî bersiva me neda. Lewma ew daxwaz dikin ku çarenivîsa Berzan bê eşkerekirin.”
Li Rojavayê Kurdistanê rojnemevanên ku ne di medya PKKê û aligirên wan de bixebitin ,gelek bi zehmetî karên xwe dikin û her demî di bin kontrolê dene û dema tiştekî li dijê rêberiya xweser bêjin jî wan digrin, direv,nin tehdît û îşkencê li wan dikin.