
Serok Barzanî bi minasebeta cejna çeleya Havînê ya Êzidiya peyameka pîrozbahiyê ragihand.
PEYAM:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xûşk û birayên Êzdî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemî Êzdiyêt Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hêvîdarim xûşk û birayêt Êzdî yên hemî cejn û helkeftêt olî ya di aramî û tenahiyê de bibin ser.
Cejna hewe pîroz bît û bimînin bi xêr û xweşî
Mesûd Barzanî
02.08.2022