PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Fransa civiya

Îro piştî nîvro Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û hewlên ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê bi taybet li ser navçeyên maddeya 140ê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Franseyê tekîd li ser giringiya berfirehkirina peywendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û aramî û îstikrara Iraqê ji bo parastina aramiya navçeyê pêwîst û giring zanî.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê mifteya aştî û aramiya Iraqê ye û hebûna mekanîzma diyalogê û çareserkirina kêşeyên hilawîstî jî pêwîste..

Her du alî li ser pêwîstî û giringiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê bi taybetî di warên madeya 140 ya destûrê de hemfikirbûn.

Back to top button