Kilîda deriyê mala xwedê heta nûkirin
Kilîda deriyê Mala Xwedê ji aliyê Mîrê herêma Mekeyê Prens Xalid el Feysel ve piştî 60 salan hate guhertin û teslîmê malbata Eşşeybiye kir.
Çewa ku tê zanîn, ev e 1400 sal in ku kilîda deriyê Mala Xwedê di destê malbata el Eşşeybiyeyî de ye.
Piştî Fetha bajarê Mekeyê ji aliyê Pêxemberê Xwedê ve, niqaşek di nava xelkê de rûda ka wê kilîda Mala Xwedê û kirasê wê di destê kê de be, di heman demê de ayet dahatiye ku wê emanet di destê ehlan de be. Piştre Pêxemberê Xwedê ew emanet dane Malbata Tahayî û çewa ku di Sûretê Nîsa Ayeta 58an de jî hatiye beyankirin gotiye: ”Ey zarûkên Ebû Telhe, ha ev emanetên Xwedê bila li cem we bin û di destên we de bimînin.”
Ebdulqadirê seropkê Malbata Eşşeybiye dema kilîd û kirasê Mala Xwedi wergirtine, weha axivîye û gotiye: ”Kilîd di dereke aram de ye. Heta niha wenda nebûye. Lê di mêjû de carekê hatiye gotin ku hinekan vê kilîdlê diziye, piştre dîsa hatiye dîtin.”
Dibêjin kilîda Deriyê Mala Xwedê hin caran di demên cuda de ji aliyê hin serokên Ebasî û Osmaniyan ve ji malbata Eşşeybiye hatiye stendin û pê deriyê Mala Xwedê vekirine û piştre dîsa dane malbatê.
Li gor ragihandina Internetê, kilîdeka Mala Xwedê ya kevn ku di Sedsala Duwazdehan de hatiye çêkirin, di mazateka li Mekeyê de bi firotina lihevzêdekirinê bi 18 milyon û 100 hezar Dolarê Emerîkî hatiye firotin.