Civak

Ataturk jî bi jehrê miriye

Doh (28/11/ 2012 saet 14:01) li gor malpera Aktifhaberê, nûçeyeke balkêş di televizyona Kanal 24 de hatiye weşandin. Serperiştê vê kanala Televizyonê Yigit Bulut gotiye ku “Ataturk jî bi jehrê miriye û divê gora wî jî vekin, otopsi bikin û texlîtê jehra ku pê miriye bipeyitînin.”

Piştî ku serokomarê Heştemîn gorbihişt Turgut Ozal gora wî hate vekrin û texlîtê jehra ku ew pê miriye ji aliyê Tiba Edlî ve hate peyitandin, 15 serok û rêberên berê yên Tirkan jî ku ew bi kuştina nihênî û ya jinedî ve çûne, hat rojevê û di Medyaya Tirkiyê de bû babetê nîqaşeke gur û geş.

Serperiştê Kanal 24 Yigit Bulut di Bernameya Nîqaşê de bê sansor gotineke balkêş li ser mirina Mistefa Kemal Ataturk jî avêt holê û weha got: “Ataturk jî bi jehrê dane kuştin. Ji serokê dewleta Selçûqiyan Nizam-ul Milûk bigir heta niha piraniya lîderên Tirk bi hawane cuda ji holê hatine rakirin. Dema Ataturk jî miriye, gotina ku jehr danê, belav bûye herwekî ya Turgut Ozalî, lê kes li serê ranewestiyaye.”

Hêjaye bê gotin ku dema Ataturk miriye, gotin belav kirine ku ew li çiyayên Dêrsimê di şerê bi Kurdan re birîndar bûye û pêre pêre vegeriyaye Stembolê û miriye. Ji ber hindê bûye ku Artişa Tirk bi hovîtiyeke mezin li Dêrsimê ew qetlîam kirine û herêmê ji Kurdên zindî malandine. Lê va ye derket holê ku Ergenekonvanên wê demê Ataturkê xwe bi jehrê kuştine…

Ataturk dema miriye, laşê wî mumya kirine û binax kirine, ji ber hindê divê ku laş ne riziya be.

Balkêş e ?
Close
Back to top button