Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re Piştî hevdîtinekî konferansek hevbeş a çapemeniyê li darxistin. Li ser rewşa aloziyên cihanê û helwesta Tirkiye di derbarê serlêdana Swed û Finlandiya û herweha di derbarê plana operasyona Tirkiye li Suriye û rojavayê Kurdistanê daxûyanî dan.
Wezîrê derve yê Amerikayê di derbarê operasyona Tirkiye de got: Her operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê aramiya herêmê têk dide. Binkend bala Tirkiye kişand û da diyarkirin ku, Helwesta Tirkiye metirsiyekî peyda dike.
Blinken li ser operasyoneke leşkerî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê û destnîşan kir ku ew dê herêmê bixe metirsiyê.
Di derbarê şerê Rusya û Ukranya jî Blinken got: Ukrayniyan ji me re piştrast kirin ku ew dêçekên dûravêj li dijî Rusyayê bi karneynin û van pergalan li dijî hedefên li ser axa Rûsyayê bikar neynin.
Rêveberiya Amerîkayê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê sîstemên mûşekî yên pêşketî pêşkêşî Ukraynayê bikin ku di nav wan de sîstema mûşekên piralî yên Himars ên dikarin hevdem çend mûşekên rênîşander biavêjin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser metirsiyên mezin ên pevçûnê di navbera Washington û Moskowê de hişyarî dabû.
Blinken her wiha got, “Bi tenê, baştirîn rê ji bo pêşîgirtina li zêdebûna aloziyan ew e ku Rûsya êrîş û şerê ku dest pê kiriye rawestîne. Her tişt di destê wan de ye.”