PolîtîkRojev

Ji bo destpê kirina gotûbêjên navbera PDKê û YNKê hewldanekî cîdî heye

Berpirsên payebilindên PDKê û YNKê çend rojeke amaje bi wê yekê dikin ku gotûbêjên navbera herdu partiyan dê destpê bike û endama PDKê jî dibêje hewldaneke cîdî heye.

Endama rêveberiya PDKê Çinar Seîd ragehand, hewldanekî cîdî heye ji bo destpê kirina gotûbêjên navbera PDKê û YNKê.

Çinar Seîd ji K24ê re ragehand: ‘’Gotûbêj dê taybet bin bi girêdayî wan pirsên ku bûne sedemê dûrketina herdu aliyan ji hevdu.’’

Herwaha diyar kir, her cure pêşdeçûnek di pêwendiyên PDKê û YNKê de bandora erênî li ser derûn û jiyana hemwelatiyan û rewşa bazarê dike û xelk bêhtir hest bi seqamgiriyê dike.

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku geşbîne encamên wan hewldanan dê hebin û ne merce hemû tiştê ku çêdibe di çapemeniyê de ew hewldan bên weşandin û parve kirin.

Back to top button