CivakRojev

Ji berî niha 60 salî tevlî hêzên Pêşmergeyan bû

Îro roja 20.05.2022 salvegera serok Barzanî ya tevlibûna hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ye. Mesud Barzani ji beriya niha 60 sala rojek wek îro temenek gelek ciwan de tevlî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Heta sala 1991ê serok Barzanî li ser şaxên Kurdistanê wek pêşmergeyekî ji bo azadiya miletê xwe kar û xebat kir.

Ji sala 1991ê hirve jî piştî raperinê azadkirina başûrê Kurdistanê cardin jiyana xwe ya siyasî wek pêşmergeyekî berdewam kir û herweha dema pêwist di eniyê şer de fermandariya hêzên pêşmergeyan kir û heta wek îro jiyana xwe wek pêşmergeyekî berdewam dike.

Serok Barzanî bi minasebeta vê roje peyamek gelek kurt belav kir û dibêje:

 “ Çavên hemû Pêşmergeyan maç dikim.
Silav ji bo giyanê pakê şehîdan.“

Back to top button