CivakRojev

HEZKURDê li Amedê seredana PAKê kir

Şandeke HEZKURDÊ ku ji Berdevkê Hezkurdê Barij Celalî, Berpirsê Peywendîyên Dîplomasîyê Fetullah Elçî û Berpirsa Ciwanan Bişeng Ala pêkhatî, roja 14.04.2022yê li Amedê   seredana PAKê ( Partîya Azadîya Kurdistanê)  kirin.

Şanda Hezkurdê  ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, endamê Komîteya Bireber a PAKê Mîrza Akar û Berdevkê PAKê  Hanîfî Tûran ve hat pêşewazî kirin.

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî mebesta seredana xwe wiha anî ziman: ‘’Em ji nêzîk ve karên PAKê yên di derbarê zimanê Kurdî de dişopînin û teqdîr dikin û  herwiha, em hatin ji bo van karên we yên  pîroz sipasîyên xwe pêşkêşî  PAKê bikin’’.

Di berdewamîya axaftina xwe de Barij Celalî behsa kar û xebatên  û projeyên HEZKURDÊ yên ji bo zimanê kurdî kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba jî di derbarê  kar û xebatên PAKê de agahdarî  dan şanda HEZKURDê. Bi taybetî jî, bahsa karên PAKê yên di  derbarê perwerdeya zimanê Kurdî ya bijarte de kir.

Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran jî, di derbarê giringîya zanîn û perwerdeya zimanê Kurdî de axifî. Û ew jî ji alîyê xwe ve, ji destpêka damezrandina PAKê heta nuha helwest û karên PAK yên  di vî warî de anî ziman.

Sohbeta herdû alîyan bi awayekî germ û daxwaza  berdewamîya van hevdîtinan bidawî hat.

14.04.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button