PolîtîkRojev

Wezereta petrolê hewldide biryara li dijê herêma Kurdistanê cîbicî bike

Wezareta Petrolê ya Iraqê hewl dide biryara Dadgeha Federal a Iraqê cîbicî bike, ew biryar bi xwe ne lig ora destura Iraqêye û biryarek siyasîye. Destûra Iraqê de dibûje ku mafê herêma Kurdistanû ye ku, petrole derêxwe û rêke derveyê welat.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Bêwar Xinisî li ser vê mijarê diyar dike ku petrol û gaz milkê hemû xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, eger Bexda mafê wê hebe biryar li ser karûbarên me bide, divê em jî li ser îdarekirina petrol û gazê xwedî biryar bin.

Bêwar Xinisî destnîşan kir, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê pêngaveke baş bû, çimkî eger îradeyeke siyasî ya bihêz di gotûbêjan de hebe, bawerî heye ku dikarin kêşeyan bi rêya danûstandinan çareser bikin.

Di yekem civîna navbera Hewlêr û Bexdayê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir, kêşeyên petrol û gazê li ser bingeha destûrê ligel Bexdayê werin çareserkirin, ji bo vê yekê jî tekezî li ser derxistina yasaya petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê kirin.

Pisporê Destûra Iraqê Kosret Mîran Beg diyar dike ku ew biryara Dadgeha Iraqê bi temamî nedestûrî ye û biryareke siyasî ye û mebesta wê jî cezakirina xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Piştî civîna yekem a Hewlêr û Bexdayê ya li ser petrol û biryara Dadgeha Federal, Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, ew dixwazin di bin serperiştiya wan de kompaniyek bi navê Petrola Kurdistanê li Hewlêrê were damezrandin û dahata wê li bankayeke navdewletî were komkirin, lê belê heta niha li ser vê mijarê ti rêkeftinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye kirin.

Back to top button