Hêvî dikim ev roj bibe roja yekrêziya gelê kurd
Bi minasebeta hatina Yekê Muheremê sersala nû ya sala Koçî Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Misilimanên Cîhan û Kurdistanê kir ku, ev jî tekesta vêye:
Bi minasebeta hatina Yekê Muheremê sersala sala nû ya koçî ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Misilimanên Cîhan û Kurdistanê dikim û hêvî dikim ev sala nû ya koçî bo misilimanan bibe sedema xêr û xweşî û Devera me jî ku, niha di nava çendîn kêşe û aloziyan deye, derbasî pêvajoya aştî û demokrasî bibe û kêşe û aloziyên heyî bi rêyan aştiyane werin çareserkirin û Gelên Deverê jî bigehêjin bi mafên xwe yên reva.
Her wiha hêvî dikim sersala nû ya koçî bo Gelê Kurd jî bibe sedema yekrêziya bihêztir ya Gelê Kurd û aliyên siyasî yên Kurd jî tevahiya hêz û derfetên xwe bo xizmet kirina doza reva ya Gelê Kurd bikar bînin.
Careke din pîroz be sersala nû ya koçî.
Mesrûr Barzanî
15.11.2012