Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 10
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Malbata Siddik TAN hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
Mehmet Siddik Tan wê demê, endamekî aktif ên komela mafên mirovan li Diyarbakir, ew li mintiqa Batmane bi awayek demokratik gelek aktif û yek jê doste herî nêzikî Wedat Aydin bu, qu wê demê serokê partiya keda gel bu, berêjî Vedat Aydin serokê komela mafên mirovan ên Diyarbekir bu. Vedat Aydin 5 tirmehe 1991 sê polisên sivil tevî çekên otomatik û telsiz bişev seat 23h45’da tên wî ji malê dibin û du roj bi şûnda 7 tirmehe 1991 bi bi gelek ciyan di laşe wîda tahribatên xedar lê kirî û di defa singa wîda jî bi heşt guleyan kuşti, dervaye bajêr li qeraxa rê tê dîtin.
Siddik Tan, dewlet wî di ser sê salada şeş cara digre, li alaya komandoya Batmane berpirsiyar wê demê ên leşkerî Temel Cingöz binbaşi bu, dibin çavande bi efserên xwe, her cara digrtin, gelek lê ezyet, lêdan, zori û wî tehdît dikirin, digotine dev ji wî karê xwey han, heq, mafên mirova berde û were bi mere, jibome kar bike an na emê te bikujin; ku tu bimere kar bikî, emê mewkîyên mezin bidinte û her me, emê mâşek baş ji tera girêdin, teklif lê dikirin.
Lê Siddik Tan teklifa wan her dayim red dike. Mêhek bi şûnde, 2 tîrmeh 1991 li Batmane, şeveqê seat 8h00 ew kurê xwe Azad, jibo bi hevre herin ser karên xwe, li ereba xwe siwar dibin, wexta erebe dişixulînin, bombeyekî ji bin erebe diteqe, erebe pêrçe, pêrçe dibe û agir pêdikeve, Siddik Tan û kurê xwe laşên wan hemu dişewite, Siddik ji çavekî xwe kor û lingekjî seqet dibe, kurê wî Azad jî bi xedari birindar dibe, ew car ji kuştine difilitin. Heft meh bi şunda hêdî hedî bi ser piya dikeve û dest pêdike dimeşe.
20 gulane 1992 li Batmane
Siddik Tan li mala dostekî xwe, Şefik Polat mêvane û ji aliye van guruben insan kujer, wî dixin çenbera xwe û bi derbên 9mm ji pişt, ji kêleke, ji singêve bi heşt derbên dêmaçên otomatik, wî dikujin.
Ber evarki bu, Şefik Polat telfoneminkir, got were, birayete Siddik di malaminde lê xistin û wî kuştin, ecele were, min gazi çend merivên xwe kir û em çun mala Şefik Polat, ku wa ew der tije polisin û birayêmin Siddik li erdêye û mirîye.
Min xwest ji xweyê malê Şefik Polat buyere pirsiyar bikim, polisên li wir nehiştin ku ez pêra xeberdim û xwey male Şefik Polat bi xwere birin; û ji ew roj bi şûnda jî Şefik Polat mala xwe ji Batmane bar kir çu û min wî heta vega jî nedîtiye.
Ew dem bi sê koli dewlet bi hemu hêza xwe bixwe û di nav gurubên cuda ên wek PKK û Hizbullahê wexta li hember hev dida şerkirin, ji aliyek din jî, di binde li her mintiqe, gurubên kujerên ên dewlete bi xwe hebun, ku insanên serbixwey berbiçav, pêşveru, demokrat heroj heft û heşt insan di kuştin, ew kesên ku wan însanên dahatin kuştin, xwedî derdiket û diçun ser mezelan wan, jiwanjî di heftiyede sê çar kes dihatin qetilkirin.
Bi roj, hefte, meh û bi salan ev hal dewam kir, tofan û kaosek wusa mezin li ser me bariya bu, wexta seat dibu 4h00 û 5h00 êvarê te yek insanekî li derva nê didît… Bajarekî wêke Batmane wê çaxê nufusa xwe nezikî 200 hêzar bu, lê wek ku, tu jiyan lê tinê bî, Batman, hemu bajarên meyî Kurdistane, pîşti nivro dibu, tu kes, te li derva ne dima û te nedîdit. Bi hêzaran însan hatin kuştin.
Ji sala 1991 heta vega, va bist sal derbas bu, heta vega me rojekî nê dît û nê sahkir ku ev devleta han, ka ev kujer û li pişt van kujerên însanên mahsum qetil dikin çima û kîne ne dipirsi ? ev hêz, dezgeh kîne, nihat girtin û pirsiyarkirin ? ji aliye dewleta Tirkîyê.
Jiber vê yekê, îdî her tişt jibo me vekirî bu, zelal xwanêdikir û ku ev kujer kujerên dewletê bixwebun, loma ev hêz nayên ditîn û kujerjî nayên girtin, nayên mahkemekirin û nayên mahkumkirin…
Hasan Tan, Ezjî 1993 hatim girtin, 28 roj dibin zor, zilm û lêdan li min kirin.
Piştre biraziyemin, kurê birayemin Siddik Tan, Metin Tan jî li ber derîyêwî wî kuştin, hê nu ji eskeriye hati bu û du keçê wî hebun; Metin wexta ew jina xwe, her dû zarukên xwe, li ber deri li ereba xwe siwar dibin, du kes bi sileh tên di erbawîda, li hafa jin û zarukên wî, wî dikûjin.
Sala 1994 bi hemu malbata xweve ji bajare xwe, ji Batmane me terk kir û em hatin bajare Izmire bicih bun.
Suayip Adlig
Li bajare Izmire, 19 gulane 2009
___________________________________________________________________