Polîtîk

YE: Ku darvekirin bê hûn nikarin bibine endamê YE'yê

 

Rayedarên Yekîtiya Ewrupa (YE), gav avêtina Tirkiyê a di warê rakirina cezayê darvekirinê de, ji bo entegrasyona Tirkiyê a bi YE’yê re gava herî girîng dibînin û diyar dikin ku, ger cezayê darvekirinê ku Tirkiye şûnda bîne, ne pêkan e ku Tirkiye wê karibe têkeve Yekîtiya Ewrupa. 

YE, daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di nav fikare û şaşiyê de temaşe dikin. Di vê mijarê de endamê komisyona yê ji berfirehiyê re berpirsyar e yê Yekîtiya Ewrupayê Peter Stano, îfade dike ku, ji bo YE’yê welatekî endam an welatekî namzet, dema pîvanên endamtiyê tên venêrîn, sererastkirina zagona di warê cezayê darvekirinê de, Yekîtiya Ewrupa bi baldarî digre ber çavan.”

Di mijara cezayê darvekirinê de, rayedarekî payebilind yê Yekîtiya Ewrupayê, diyar kiriye ku, welatekî ku 7 sal in mizakereyên endamtiyê dimeşîne û dizane ku rakirina cezayê darvekirinê ji bo endamtiyê ku nebe qet nabe, îro vê mijar dixîne rojeva xwe. Em vê di nav fikare û şaşiyê de dişopînin. Wiha dibêje: “Di vê mijarê de helwesta me gellekî zelal e. Welatekî ku bixwaze bibe endamê Ewrupa, li wî welatî cezayê darvekirinê nabe. Ger cezayê darvekirinê şûnda were, endamtiya Yekîtiya Ewrupa wê biçe. Hikumeta Tirkiyê, ji aliyekî beyan dike ku endamtiya YE’yê hedefa wan e, lê ji aliyê din cezayê darvekirinê ji nû ve dixîne rojeva xwe. Ev helwesteke balkêş e.”

Di heman mijarê de rayedarekî Yekîtiya Ewrupa dîsa aniye ziman ku, ji bo standarda demokratîkbûna Tirkiyê, cezayê darvekirinê yê ku hatiye rakirin ji nû ve niqaşkirin, ne pêkan e ku gaveke erênî be.      

 

Back to top button