PolîtîkRojev

Ti danûstandinek di navbera me û PYDê de nemaye

 Partiya Demokrat ya Kurdistan – Sûriye (PDKS) dibêje, ti danûstandinek di navbera wan û PYDê de nemaye.

PDKSê li ser rewşa Kurdistana Sûriyê daxuyaniyek belav kiriye û ragehandiye, xelkê Rojavayê Kurdistanê di rewşek kambax û xirab de dijîn ji ber ku nirxa tiştan gelekî giran bûye û rêjeya bêkariyê pir zêde bûye. Xelk êdî hêza wan ya dabînkirina debara xwe nemaye.

PDKSê her wiha gotiye, roj bi roj binpêkarî û serkutkariyên çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî zêde dibin û xelkê wan deverên Kurdistanê di rewşek pir nexweş de dijîn.

Wê partiya siyasî daye xuyakirin, çekdarên PYD/PKKê li ser revandin û girtin û sirgûnkirina zarok, çalakvan û rojnamevan û endam û alîgirên partiyên derveyî PKKê berdewam in û zilmê li xelkê dikin.

Di daxuyaniya PDKSê de hatiye gotin, ti danûstandinek di navbera ENKS û PYDê de nemaye û eger bi destwerdana hêzeka sêyem nebe, danûstandin qet pêk nayê.

Back to top button