Serokê Kurdistanê û Mîrê Qeterê rewşa Iraqê nirxandin
Sibehiya îro 06.11.2012 li Dîwana Mîr ya li Doha ya paytexta Qeter, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ji aliyê Simo Şêx Hemed Bin Xelîfe El Sanî Mîrê Dewleta Qeter ve hatin pêşwazî kirin.
Li hevdîtina di navbera her du aliyan de pêwendiya du qoliyên di navbera her du aliyan û rêyên pêşxistina wan pêwendiyan hate nirxandin. Her wiha çend pirsekî din ku cihê girîngiya her du aliyan bû hate guftûgo kirin.
Pêştir jî her li Dîwana Mîrê Dewleta Qeter li Doha, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ji aliyê Simo Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî Welî Ehdê Dewleta Qeter ve hatin pêşwazî kirin. Li vê hevdîtinê de Welî Ehdê Dewleta Qeter tekez li ser yekîtiya axa Iraq û vegerana pêgeha siruştiya xwe kir. Her li vê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên aborî û veberhênana di navbera her du aliyan hate nirxandin.
Êvariya doh jî her li Doha, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Şêx Hemed Bin Casim Bin Cebir El Sanî Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derveyê Qeter ve hate pêşwazî kirin. Li civîna di navbera her du aliyan de, Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeter bi xêrhatineke germ li Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ev serdana rêzdar bibê sedema pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan û vekirina warên zêdetirê hevkariya li navbera her du aliyan.
Her wiha li vê civînê de behsa pêwendiya du qolî û rêyên pêşxistina wan pêwendiyan kirin ku xizmeta berjewendiya hevbeşa di navbera her du aliyan de bê. Her wiha çend babetên girîngên her du aliyan hate nirxandin. Li kombûnê da şanda Dewleta Qeter û şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
Paşê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeter şîvek ji bo rêzgirtinê li ser şerefa serdana Serokê Herêma Kurdistanê rêkxist ku şanda li gel Serok Barzanî jî amade bûn.
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel bi gihîştina Doha, li Firokxaneyê ji aliyê Seyîd Ehmed Bin Ebdullah El Mehmûd Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Dewlet yê Karubarê Encûmena Wezîrên Qeter ve hatin pêşwazî kirin.