Polîtîk

"Ku zimanê min bê qedexekirin ez ê jî derkevime çiya"

Di bernameya kanala Haberturkê a bi navê “Gotin a we ye” de, nivîskarê rojnameya Zamanê Mumtazer Turkone, bû mêvanê pêşkêşvan Balçiçek Îlterê. Di weşana ku wek zindî dihat kirin de Turkone bi gotinên xwe yên ku ji wî nedihatin payîn, herkes şaş kir. Turkone îfade kir ku, ger zimanê wî bihata qedexekirin, ew ê jî derketa çiya. Turkone wiha got, “di pirsgirêkên ku di nav de netewperestî heye, a herî rast ew e ku tu gaza neteweperestiyê daxînî. Pêwiste hûn rûnin û lihev werin, empatiyê bikin û xwe têxine şûna kesên li hemberî te ne. Ger, çima ku zimanê wî hatiye qedexekirin û ew hilkişiyaye çiyan, ku zimane te were qedexekirin tu yê çi bikî? Ger ku zimanê min yê zikmakî bihata qedexekirin, ez ê jî hilkişiyama çiya, bê vê tiştekî ku tu bikî tine.”

Nivîskarê neteweperest Mumtazer Turkone, di heman bernameyê de li ser mijara dardakirinê de jî fikr û ramanên xwe anîn ziman. Îdia kir ku, ger îro li Tirkiyê di warê “bila Ocalan bê dardakirin” de referandumek pêk were, ji % 80 gelê Tirkiyê wê dardakirina Ocalan qebûl bikin.

Turkone, li ser pirseke din jî wiha axifî, “ez mirovekî bi tenê me. Ez dizanim ti kes ji min heznake. Ku ez di derbarê Kurdan de tiştekî dinivîsim Kurd dixwînin. Ku di mijara ulkuperestan de tiştekî dinivîsim wana dixwînin. Dîsa ku di mijara îslamperestan de an leşkeran de dinivîsim jî wana dixwînin û hemû jî min rexne dikin. Ji ber ku ez wana rexne dikim, herkes bi çavekî dijmantî ji min mêze dikin.    

Back to top button